LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Artêşa Lîbyayê 19 maşîneyên zirxî yên ji Tirkiye hatine hilweşand

Artêşa Lîbyayê 19 maşîneyên zirxî yên ji Tirkiye hatine hilweşand

NAVENDA NÛÇEYAN-Berdevkê fermî yê artêşa Netewî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed mismarî, di riya daxuyaniyekê bi navê fermandariya giştî ya artêşa Netewî ya Lîbyayê bi fermandariya elmeşîr xelîfa Hefter, eşkere kir ku çeka hewayî 19 maşîneyên zirxî yê Tirkiye hilweşandiye.

Di daxuyaniya fermandariyê de hate got “Operasyona veguhestina 19 erebeyên zirxî bi riya keştiyeke Tirkî sivîl (kosafak rest) hate şopandin ku ji Tirkiye ber bi berdera Elhedîd û Selb li herêma Misrata duh duşemê di 18’ê mijadarê de, ku piştre ji berderê hate derxistin û di herêma pêşesazî de hate bi cih kirin di nava bajar de, da ku di operasyonan de were bikaranîn. Ev yek jî di çarçoveya planên cîhazê isitxbarata netewî ya Lîbyayê de bû, ku ev mudaxelyeke nû ji aliyê Tirkiye der heqê birayarên encumena ewleheî de ku tê de hatiye tekez kirin qedexeya bikaranîna çekan”

Di heman demê de hate eşkere kirin ku çeka hewayî ya Lîbyayê ew erebeyên zirxî hedef girt di dema gihiştina wan de û beriya ku ji depoyan derkeve da ku li dijî ewelkariya Lîbya de neyê bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate eşkere kirin ku di encama operasyonê de teqînên mezin rû dan ji ber sewqiyat çekên wekî fûzeyan di nava wan erebeyê zirxî de, lê belafir piştî operasyonê vegeriyan cihê xwe.

Di dawiya daxuyaniyê de Artêşa Netewî ya Lîbyayê hişyarî da desteka leşkerî ya dewleta Tirk ji terorê re, û tekez kir ku ev kiryareke binpêkirina yasayên navdewletî û mirovî ne.

19.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً