DAXUYANÎ
- Di 18.11.2019’an de Wezareta Xezîneya Emerîkî 2 kes û 3 kompaniyên Tukrî bi tometa alîkariya darayî li gel DAIŞê xiste nav lîsta reş û ceza bi ser wan de sepand, Navê wan herdu birayan, weke Ismaîl Bayaltun û Ahmet Bayaltun hatiye ragihandin, kompaniyên Sahloul, El-Sultan, Tawasul, û ACL ew kompanya ne ku ceza bi ser wan de hatiye sepandin.
- Di 18.11.2019’an de Wezîrê Darayî yê Emerîkî Steven Mnuchin bi eşkerekirina sepandina cezayan bi ser wan kes û kompanyayan de ragihand, ku ew pêngav di berdewamiya têkoşîna li dijî DAIŞê de ye, û piştî kuştina serkirdeyê wê rêxistinê Ebûbekir Bexdadî ye.
- Di 19.11.2019’an de Koşka serokatiya Rûsî a Krêmlînê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku Serokê Rûsî Vladimir Putin û Serokê Fransa yê Emmanuel Macron di pêwendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê gotûbêj kirin, her wiha diyar kir ku Putin û Macron tekezî li ser hemahengiya serbazî ya li Sûriyê li dijî terorê kirine, û di heman demê derbarê girîngiya destpêkirina karê komîteya destûrî ya Sûrî û pêdiviya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bo gelê Sûriyê de jî gotûbêj kirine.
- Di 19.11.2019’an de Erdogan gefa berdewamiya êrîşa xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriya yê kir.
- Di 19.11.2019’an de Wezareta Berevaniyê ya Rûsya yê li hember gefên Turkiyê yên derbarê berdewamkirina êrîşa xwe bo ser Bakur – Rojhilatê Sûriya de bertek nîşan da û ew yek red kir.
- Di 19.11.2019’an de Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Unal Çevîkoz di Parlamentoya Turkî de diyar kir ku, Artêşa azad ya girêdayî Turkiyê li Efrînê zeyt û zeytûnan didize û tîne Turkiyê, û parlamenterê AK Partiyê yê bi navê Ugur Aydemîr jî piştrast kir û got, ji bo berhemên zeyîtûna nekeve destê PKK’ê ew zeytûnan dibin Turkiyê.
- Di 19.11.2019’an de Yekîtiya Ewrûpa Budçeya sala 2020’an pesend kir û ji ber binpêkirinên azadiya rojnamevanî û serdestiya mafnasiyê para Tirkiyê kêm kir.
- Di 19.11.2019’an de Wezîrê derve yê Emerika Mike Pompeo ragihandibû, ku Emerîka niha cihên Cihûyan li berava Rojava, nehiquqî nabîn e.
- Di 19.11.2019’an de Wezîrê derve yê Turkiyê Mevlud Çavuşoglu, dijberiya xwe ya biryara Emerikî girêdayî cihên Cihûyan li Berava Rojava nîşan da û got: “Tu welat ne di ser hiquqa navneteweyî re ye”.
- Di 19.11.2019’an de Erdogan: Turkiyê ji nûve daxwaz kirîna balafirên F35 kir, weke ortaxekî di pêşxistin û çêkirina van balafiran de.
- Di 19.11.2019’an de hikûmeta Turkî biriyara girtina 133 serbazên leşkerî di nava artêşa xwe da, bi tometa têkiliyan bi tevgera Golin re.
TEVGERANDİNA DEWLETA TURK Û GRÛPÊN ÇETE:
- Di 18.11.2019’an de Artêşa Turk a dagirker herêma Şehba bi awakî tund topbaran kir.
- Di 19.11.2019’an de balafirên dewleta Turk komelgeha Xansorê li Şengalê topbarankir, di encama wê de 2 welatiya jiyana xwe ji dest dan.
- Di 19.11.2019’an de Artêşa Lîbiya yê: 19 panzêr di keştiya sivîl a Turkî de ji bo terorîstan li Libiya yê hatin rûxandin.
- Di 19.11.2019’an de êrîşa çeteyên dewleta Turk bo ser rêya dewlî M4 ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin.
- Di 19.11.2019’an de motorekî bombekirî di navenda bajarê Cereblusê de teqiya.
- Di 19.11.2019’an de hejmarek rokêt û top ji milê balafirgeha Menix li ser bajarê Ezaz ê de hatin avêtin, di encamê de sivîlek bû qurbanî û 6 kes jî birîndar bûn
- Di 19.11.2019’an de di operesyoneke xwekûjî de li bajarê Silqîn yê İdlibê îmamê mizgefta Şerî’iye yê bi navê Ebû Temîm El-mesrî hate kuştin.
KİRİYARÊN DEWLETA TURK Û GRÛPÊN ÇETE
- Di 18.11.2019’an de ciwanê bi navê Aras, kesekî xwediyên pêdawîstiyên taybet e, ji Efrînê ye, li ser destên grûpên çete ên dewleta Turk, tûşî îşkenceyeke tund bûye û laşê wî hemo hatiye daxkirin, û çeteyan gelek reftarên xirab anîbûne serê wî, li girtîgeha çeteyan a Ezazê.
- Di 19.11.2019’an de çeteyên girûpa Feyleq El-şam keçeke 15 salî bi navê Rûiya Henano ji gundê Xezawîye, ser bi navçeya Şêrawe li Efrînê revandine û ber bi ciheke ne diyar ve birine.
- Di 19.11.2019’an de MİT’a Turk û grûpên çeta, hejmarek welatiyên Bab’ê bi awakî veşartî dane girtin bi tometa rêvebirina xwepêşandanên dijî Turkiyê li Bab’ê.
- Di 19.11.2019’an de çeteyên dewlta Turk hejmarek sivîl li nîzîkî rêka dewlî ya Til Temir dane kuştin.
- Di 19.11.2019’an de li Eyîn İsa mayîneke çeteyan teqiya di encamê de sivîlek birîndar bû.
- Di 19.11.2019’an de çeteyên dewleta Turk du şervanên QSD’ê ên birîndar, dane înfaz kirin bi awakî hovane.
- Di 19.11.2019’an de çeteyên dewleta Turk mal û mulkê welatiyê bi navê Muhemed Ca’afo ku bi xwe xelkê Cindirêsê ye talankirin, û hejmarek entîkeyên dîrokî jî dizîn.
- Di 19.11.2019’an de çeteyên dewleta Turk hejmareke mezin ji berhemên Zeyîtê û zeyîtûnan ji sê navçeya li Efrînê dizîn û ji bo Turkiyê rêkirin.
TEVGERANDİNA DAÎŞ’Ê
- Di 18.11.2019’an de rêxistina Huras El-dîn ya girêdayî Daîş’ê amadekariya sêyem dewreya leşkerî ya hêzên xwe li İdlibê ragihand.
- Di 18.11.2019’an de hêzên yekgirtiya Efrîkî di operesyoneke taybet de 25 serçeteyên Daîş’ê li Malî dane kuştin, û destdane ser hejmareke mezin ji çek û amûrên wane leşkerî.
- Di 18.11.2019’an de li Efxanistanê 600 çeteyên Daîş’ê teve malbatên xwe, xwe radestî artêşa Efxanî kirin.
- Di 19.11.2019’an de istixbarata İraqî: serçeteyên Daîş’ê li kampên Turkiyê ne û amadekariyên êrîşan dikine.
- Di 19.11.2019’an de serçeteyê Daîş’ê yê bi navê İdrîs Recûb, yê ku di pêkanîna gelek komkujiyan de cihê xwe girt, bi awayekî fermî tevlî nava refên MİT’a Turk bûye, û di bin serkêşiya odeya Kilis ya tecnîtkirina çeteyan bo xizmeta MİT de ya Hecî Kilis de dixebitê ye.
- Di 19.11.2019’an de serçeteyê Daîş’ê yê bi navê Dr. Xesan Camûs yê ji Hema yê, ji aliyê MİT’a Turk ve hatiye erkdarkirin ku xestxaneya Efrînê bi awakî veşartî bi rêvebibe.
- Di 19.11.2019’an de serçeteyê Daîş’ê yê bi navê Ebû Yaqûb yê ji Dêre zorê, ji aliyê MİT’a Turk ve hate erkdakirin ku cihê xwe di rêvebirina emniyata çeteyên Ehrar El-şerqiye li navçeya Raco a Efrînê bike.
- Di 19.11.2019’an de jinên Daîş’ê li kampa Holê hewldana avakirina tevleheviyekê di nava kampê de kirin û êrîşî du endamên Asyîşê kirin.
- Di 19.11.2019’an de şanayeke Daîş’ê welatiyê bi navê Muhemed Huseyîn Ewad Esalim li gundê Cidîdet El-begare yê rojavayê Dêre zorê dane kuştin.
TEVGERANDİNA KOALESYONA NAVDEWLETÎ Û EMERÎKA
- Di 19.11.2019’an de hêzên koalesyona navdewletî bi operesyoneke asîmanî de li ser gundê Til Ehmer yê Hesekê du birayên Daîş’î dane girtin.
- Di 19.11.2019’an de hêzên koalesyona navdewletî hejmarek amûrên leşkerî di nava kêlgeheke petrolê li Dêre zorê bi cî kirin.
TEVGERANDİNA HÊZÊN RÛSİYA YÊ
- Di 18.11.2019’an de Balefirên şer ên Rûsî û Sûrî herêma başûrê Idlibê bi dijwarî bombebaran kirin.
- Di 18.11.2019’an de di heyama 24 saetan de balafirên Rûsî li ser İdlibê û gundewarên wê zêdetirî 55 derbeyên asîmanî pêk anîn.
- Di 19.11.2019’an de Berevaniya Rûsî: Emê hejmareke zêde ji hêz û amûrên xwe ye leşkerî teve polîsên leşkerî li ser sînorê Sûrî – Turkî bi cih bikin.
- Dİ 19.11.2019’an de di navbera serbazên Rûsî û Turkî de li enbarên Şiragirakê yê genim li Eyîn İsa yê civîneke demdirêj hate lidarxistin.
TEVGERANDİNA RÊJÎMA SÛRİYA YÊ
- Di 18.11.2019’an de balafirên İsraîlî noqteyên Hizbullah û İranê li nêzî balafirgeha Şamê topbaran kirin.
- Di 19.11.2019’an de hêzên Sûrî û Rûsî li seranserî sînorê bajarê Til Temir derketin gereke çavdêriyê.
- Di 19.11.2019’an de Rêjîma Sûrê bi armanca tecnîtkirina kesan di nava hêzên xwe ye leşkerî de, û komkirina ciwanan derdora xwe, îdîîa kir ku endamên artêşa sûrê dê 15 melyon lîre werbigrine.
19.11.2019
Rojev24