LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Babê xwepêşandan berdewam dike

Li Babê xwepêşandan berdewam dike

NAVENDA NÛÇEYAN-Piştî rêzeteqînan, revandina mirovan û rewşa ewlehiyê ya xirab, xelkê li bajarê Babê ya dagirkirî ji aliyk dewleta Tirk û komên terorîst ên pêve girêdayî, daketin qadan.
Şêniyan bi slogana “Tirk derkev derve” berê xwe dan navenda bi navê “Polîsê Leşkerî”, lê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker gule û gaza rondikrêj li wan reşandin.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin di êrişa li dijî xwepêşandêran de, hejmarek ji kuştî û birîndaran encam da.
Heman çavkaniyan diyar kir ku welatiyê bi navê Mehmûd Sike ê 38 salî yekser bi guleyên çeteyan jiyana xwe ji dest da, welatiyê bi navê Xalid Mihemed ê 35 salî jî birîndar bû.
Çavkaniyên ji hundirê Babê diyar kirin ku rewşa bajêr bi giştî tevliheve û xwepêşandan û nerazîbûna şêniyan li qadan didome.
Çavkaniyan dan xuyakirin ku kesên rûgirtî gule li gel reşandine piştî perspektîvên ji leşkerên dewleta Tirk.

موجة غضب واستهجان بالجيش التركي ونعته بالشبيحة في مدينة الباب الخاضعة لسيطرة الجيش التركي ومرتزقته الإرهابية.

Publiée par Rojev24 sur Lundi 18 novembre 2019

19.11.2019
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً