LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Tirkiye bi dehan buyerên xwekuştinê encam didin

Li Tirkiye bi dehan buyerên xwekuştinê encam didin

NAVENDA NÛÇEYAN-Ji ber qeyrana aborî, ragêşiyên siyasî, û siyaseta AKP’ê ya qirker û çend sedemên din li Tirkiyê xwekuştin gihîştiye asteke pir mezin.

Derbarê van buyeran de hate zanîn ku li Stenbolê 3 xwîşk û birayekî û li Antalya jî malbateke ji 4 kesî siyanur vexwerin û dawî li jiyana xwe anîn. Piştre li Çanakkaleyê jî ciwanekî bi kêşana gaza helyumê xwe kuşt, ev bûyerên xwekuştinê gîştî di ferzê 4 rojan de qewimî, ku di nava civaka Tirkî de rêjeya xwekuştinê pir bilind bûye, û hikûmeta Turkiyê tu çareyekê ango tiştekî derbarê vê yekê de nake, berovajî wêna Mediya Tirkî van bûyeran vedişêre û qet belavnake, ji ber ku ev jî dikevin di nav xana kiriyar û tunderewên hikûmeta Tirk de.

Li gorî aliyên peywendîdar, navê kuştiyên Stenbolê wiha ne: Cuneyt, Oya, Yaşar û Kamûran li taxa Fatîh a Stenbolê dijiyan û herçar jî bêkar bûn. Nameyek li dû xwe hiştine û têde diyar kirine, ku wan bi siyanurê xwe kuştine.

Her wiha li Antalya yê malbateke ku ji bav, keç, kur û dayik pêk tê, ew jî bi heman şêweyê mirî hatin dîtin. Wan jî siyanur vexweribûn û nameyek li paş xwe hiştibûn. Selîm Şîmşek ku bavê du zarokan e di nameya xwe de dibêje, “Êdî tiştekî ku me karibû bikira tunebû, û dawî li jiyana xwe û zarok û hevjîna xwe anî.

Hate dest nîşan kirin ku rêjeya kuştiyên hefteya derbasbûyî gihişte 10 kesan ku ev tenê yê gihiştine me.

19.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً