NAVENDA NÛÇEYAN-Komîteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî talana dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Serêkaniyê û Girê Spî eşkere kir, diyar kir ku depoyên genim û cehên li Girê Spî û Serêkaniyê hatine talankirin.
Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhjilatê Sûriyê li pêşiya Navenda NY`yê ya bajarê Qamişlo daxuyanî da û daprotesto kir. Bi dehan saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên Civaka Sivîl û endamên Desteya Aborî ya herêma Cizîrê beşdar bûn.
Xwepêşandêran wêneyên qurbaniyên êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pankartên bi nivîsên “Kel û pelên Tirkiyê boykot bikin” hilgirtin. Xwepêşandêran sloganên “Bijî berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên artêşa Tirk û na ji dagirkeriya Tirk re” berz kirin.
Daxuyanî bi zimanê Îngilîzî û zimanê Erebî hate xwendin.
Daxuyaniya Desteya Aborî wiha ye”Rêveberiya Xweser tevî zor û zehmetiyan bi armanca tevgerkirina qada aborî, çandiyê, pîşesazî û bazirganiyê pêdiviyên guncaw pêşkêş kir.
Genim û nanê me dizîn, Desteya Aborî diyar kir, ku siyaseta xwe rêvebirinê ne bi dilê dewleta Tirk û çeteyên wê ne, ji ber vê yekê êrîşî depoyên Girê Spî Serêkaniyê kirin û genim û nanê gelên me dizîn, di heman demê de avahî û kargehên pîşesazî û bazirganiyê desteser kirin.”
Piştî daxuyanî bi dawî bû, hevseroka Koperatîfan Nebîla Mihemed serjimariya zirerên aborî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama êrîşên artêşa Tirk rû dane xwend.
Serjimariya zirarên aborî wiha ye: Ji 9 Cotmehê û heta 5 Mijdara 2019`an rûbera çandiniyê li Girê Spî nêzî 4, 750, 000 donim e û li Serêkaniyê nêzî 1, 440, 000 donim e.
Depoyên li herêmên ku hatine dagirkirin û hejmareyên di depoyan de ku hemû hatin dizîn, ev in:
1- Depoya Dihlîz li Girê Spî, tê de 700 ton ji genim û 21 hezar ton ceh hebû.
2- Depoya Sexîrat li Girê Spî ku lê 11 hezar û 700 ton ji genim lê hebû.
3- Hejmara tofê dermankirî li Girê Spî 800 ton ji tof e.
4- Deboya Aliya têde 15 hezar ton ji genim hebû.
5- Depoyên El-Sefih têde 9 hezar ton ji genim.
6- Depoyên Mebrûka lê hezar û 500 ton genim ku ji tof re hatibû amade kirin.
7- Cehê li depoyên El-Sefih û Mebrûka 12 hezar ton ji ceh.
Hejmara giştî ya genim li depoyan li herêma Serêkaniyê û Girê Spî 42 hezar û 700 ton û 2 hezar û 300 ton ji tof e.
Hejmara giştî ya ceh li Serêkaniyê û Girê Spî 33 hezar ton e.
Pemboyê li Serêkaniyê di depoya El-Sefih hate dizîn 2 hezar û 600 ton e.
SEMAD
Semadê li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê hene, hemû ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê hatin dizîn, 3 hezar û 200 ton e.
SEWALDARÎ
Hejmara giştî ya sewaldariyê ku li herêma Serêkaniyê û Girê Spî hate dizîn 278 hezar û 370 hezar serî pez e.
Dikanên bazirganiyê û sîna ku li herêma Serêkaniyê û Girê Spî hatin dizîn nêzî 700 heta hezar dikan e, ew jî li ser 2 beşan hatiye dabeşkirin, 300 pîşesazî û 57 bazarê û yên din giştî ne. li Serêkaniyê jî hejmara dikanan hezar û 200 dikan e, li ser 500 pîşesazî û 500 bazirganî û yên din giştî ne.
FİRNE
Hejmara firneyên li Serêkaniyê, 12 firne, li Girê Spî 17 firne, ev firne rojan e nêzî 400 ton ji ard dikir nan. Hemû ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê hatin dizîn. Her wiha 131 kargeh hatin dizîn û talankirin.
20.11.2019
Rojev24