LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Pentagon: DAIŞ amadekariya êrîşên li ser welatên rojava dike

Pentagon: DAIŞ amadekariya êrîşên li ser welatên rojava dike

NAVENDA NÛÇEYAN-Wezareta Berevanî ya Amerîka Pentagon bi raporekê ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bi vekşandina Emerîka ji bakurê Sûrîyê û operasyona Tirkiyê ya dijî wê herêmê, ji nû ve dest bi rêxistinbûnê kiriye.

Di raporê de tê gotin ku DAIŞ ‘’dibe ku ji bo êrîşên dijî welatên rojava hazirîyê dike’’

Piştî ku Serokê Emerîka Donald Trump diyar kiribû ku ewê ji herêmê vekişin, Tirkîye û çeteyên bi ser ve ên bi navê Artêşa Netewî di 9’ê Cotmehê de li dijî bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê kiribûn. Trump piştre gotibû ku hin leşkerên Amerîkî dê ji bo parastina qadên petrolê li Sûrîyê bimînin.

Li gorî rapora Pentagonê, DAIŞ’ê vekşîna Emerîka û operayona Tirkîyê ya li li ser heremê ji bo xurtkirina rêjeya êrîşan xwe bikar anîye.

Rapor dibêje ku dibe ku DAIŞ’ê bo xwe bigêhîne 19 komên girêdayî wê dem û qad bi dest xistine.

Ew rapor dide zanîn ku kuştina Bexdadî dibe ku li ser ji nû ve gurbûna DAIŞ’ê bandorê çêneke.

Ji aliyê xwe ve jî hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ji dema êrîşa dewleta Tirk a li ser heremên Bakurê Sûriye berê xwe daye eniyên şer û bersiva dagirkieriyê didin ku ev jî banodr li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê kiriye.

20.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً