LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Komên çete li bazara Til Halaf milkên sivîlan difroşin

Komên çete li bazara Til Halaf milkên sivîlan difroşin

NAVENDA NÛÇEYAN- Piştî talanbûn û wêrankirina malên niştecihên resen ên Serê Kaniyê û gundewarê wê jî hêla artêşa Turkiye û komên teror ên bi ser ve, Komên çete yên bi navê Artêşa niştîmanî kelûpelê nava malên sivîlan didizin û li bazara Til Halaf difroşin ya ku dikeve rojavayê başûrê bajarê Serê Kaniyê.

Dewleta Tirk û komên çete yên pêve girêdayî yên bi navê Artêşa Niştîmanî, ji dema operasyona li ser herdu bajarên Serê Kaniyê û Girê spî, dest bi wêranî û diziya malên sivîlan kirin. Sivîlên ku di encama şer de koçber bûne heta niha zêdetirî 130 hezar koçberî ye.

Hejmarek ji koçberên ku ji ber topbarana belafirên dewleta Tirk reviya bûn, piştî agirbestê ya di navbera Tirkiya û Emerîkan de, hin ji penaberên bajarê Serê Kaniyê vegeriyan malên xwe, niştecihên Serêkaniyê dibînin ku deriyê malên wan vekirîne û hemû firaxên wan hatibine dizîn.

Hemwlatiteke ku tiştek di mala wî de nemaye ji bajarê Serêkaniyê dibêje çeteyan di nava kolanan de bi dengekî bilind qîr dikin ku ên milk û firaxên mala xwe dixwaze bila were bazara li Til Halaf û firaxên xwe bikire. Welatiyekî ji wê herêmê dema vedigere xaniyê xwe li bajarê Serê Kaniyê dibîne ku hemû firaxên mala wî hatine dizîn, lê tiştê herî balkêş komên çete tên cem wî û jê re dibêjin “heke firaxên te yî malê hatine dizîn divê tu were bazarê ji bo ku tu firaxên xwe nasbike û tu wan bikire û wan bîne malê”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev sînaryo eynî ji aliyê van koman ve li bajarê Efrîn jî hate kirin, di nava kolanan de milkên sivîlan difroşin wan û bazirganiya her madeyan dikin bê lêpirsîn an jî hesabkirinê.

24.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً