LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Dewleta Tirk laşê wî vala kirin û ji malbata wî re şand

Dewleta Tirk laşê wî vala kirin û ji malbata wî re şand

GIRÊ SPÎ- Li bajarê Girê spî yê niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, termê sivîlê bi navê Fewaz eltan radestî malbata wî hate kirin ji aliyê komên çete yên dewleta Tirk, term ji lebatên laşê wî

hatibû vala kirin piştî ku di teqîna Girê spî de hatibû birîndar kirin.

Çavkaniyên heremî ji bajarê Girê spî yê niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên bi navê Artêşa Netewî de, eşkere kirin ku duh termê sivîlekî temenê wî 34 bi navê Fewaz eltan radestî malbata wî kirin, term ji lebatên laşê wî hatibû vala kirin.

Çavkanî da zanîn ku Fewaz eltan di teqîna Girê spî de roja şemiye birîndar bibû. Dema Fewaz di teqînê de bi birînên normal bandor dibe ew veguhestin nexweşxaneyê lê dema term ji malê re tînin şûna dirûtin li ser sînga wî hate dîtin. Fewaz ji sivîlên Girê spî ji gundê Sona rojavayî Girê spî ye, ew xwediye dikaneke xiyarên erebeya bû.

Çavkanî dest nîşan kir ku Fewaz dema ku di gundê xwe de kar dike, çeteyên dewleta Tirk ji koma Elcebhe elşamiye dikana wî jî dizîbûn û xelkên wê jê derxstibûn. Koma çete ji Eltana daxwaz dike ku xiradên ku dizîne bikire lê wî qebûl nekiriye.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ev du buyer di nava herdu bajarên Serêkaniyê û Girê spî de ya firotina laşên mirovan tê kirin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve ku di 20 heyva borî de herdu bajar dagir kirin.

25.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً