LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Gera Rojnamevaniyê

Gera Rojnamevaniyê

DAXUYANİ:

  • Di 2019.11.30 an Mezlum Ebdî :Tiı temir û Eyîn Îsa di destê QSDê deye û wê bimînê di bin destê wan de.
  • Di 2019.11.30 an Enwer Mislim: GefênTirkiyê li ser Kobanê berdewam e.
  • Di 2019.11.30 an Wezîra Derve ya Swêdê got “Tirkiyê êrişî navçeya herî aram lı Sûriyê kir.
  • Di 2019.11.30 an Çavkaniyeke Diplomasî eşkere kir ku Wezareta Derve ya Yûnanê bang li balyozê Terblusê li Esînayê kir ji ber îmzeya hikumeta Wîfaqê li ser lihevkirina bi Tirkiye re ya derbarê heremên deryayî de. Wezretê eşkere kir ku wê muhlet daye balyoz heta pêncşemê da ji Yûnanê derkeve.
  • Di 2019.11.30’an Serokê Rûsyayê Vladimir Putin: pêwendiyeke me ya dîrokî bi kurdan re heye…li deverên kurdî wê gerên polîsên leşkerî her berdewam bin.
  • Di 2019.11.30’an Serokomarê Fransayê nerazîbûn nîşanî êrişa Tirkiyê ya li ser Rojava dabû û gotibû, “Rûdanên pêk tên jikarketina mejiyê NATOyê ye.”
  • Di 2019.11.29 ‘an Rûspiyên eşîran: Tirkiye hewl dide şerê navxweyî li Sûriyê bidomîne ,Nûner û rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku koçberên ji Sûriyê nebin agirê şerê navxweyî li welêt ku dewleta Tirk pêk tîne, her wiha tekez kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê û heta niha cihekî ewle ji sed hezaran şêniyên Sûriyê re ku ji ber hevpeymanên Tirkiyê koçber bûn.
  • Di 2019.11.29 ‘an Serokê şanda opozîsyona Sûriyê, Hadî Behra ragihand, şanda rêjîma Sûriyê dixwaze ecendayên civînê li derveyî karê komîteya nivîsandina destûr be.

TEVGERANDİNA DEWLETA TURK Û GRÛPÊN ÇETE :

  • Di 2019.11.30’an li bajarê Cerablosê erbeyek hate teqandın, di encam de hin Çete hatin kûştin û hin ji wan birîndarbûn.
  • Di 2019.11.30’an Dewleta Turk a dagirker tevî itîfaqa agirbestê û pêkanaîna madeyên herêma bi ewle hêjî di êrîşên xwe yên li ser heremên Bakur rojhilatê Sûriye de taybet Til temir û Eyn îsa de berdewam e.
  • Dı 2019.11.29 an dewleta Tırk a Dagirker êrişî gundê Muşrefa yê Girê Spî kır.
  • Di 2019.11.30 ‘an Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîş birin nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê yên li derdora gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê.
  • 11.29’an Li gundê Seyda yê Eyn Îsayê sivîlekî pêli mayineke kır ku ji hêla çeteyan ve hatibû danîn, di encamê de lingekî wî qut bû.
  • Di 2019.11.29 an Li nêzî Çerxerêya Newroz a Efrînê teqîn li nêzî Çerxerêya Newroz a navenda Efrînê teqînekê rû da.
  • Di 2019.11.29 ‘an Artêşa Tirk a dagirker bi hawinan û obısan êrişî gundên Leqleq, Kefîfa û Briznar ên Girê Spî kır.
  • Di 2019.11.29’an Çeteyên artêşa Tirk a dagirker nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Ereb Hesen ê bakurê rojavayê bajrê kırın hedef.
  • Di 2019.11.28’an Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan li nuqteyên artêşa rejîma Sûriyê yên li gundê Sarinc ê Girê Spî dan.
  • Di 2019.11.28 ‘an Li ser rêya di navbera Eyn Îsa û Şergirakê de tevgera zêde ya dagirker Tırk û çeteyên wê çêbû.  
  • Di 2019.11.28’an Çeteyên Tirkiyê derketin xwepêşandanê, xwestin vegerin Idlibê Çeteyên koma “Cebha El-Şamiya” li deriyê sînor ê Girê Spî xwepêşandan li dar xistin, ji dagirkeriya Tirk xwestin wan vegerînin Idlibê.

KİRİYARÊ DEWLETA TURK Û GRÛPÊN ÇETE:

  • Di 2019.11.30’an koştina berpırsek ji Ehrar El şam bi teqemenîyekê erebêda hatibu çandin li bajarê Elfewi’a.
  • Di 2019.11.30’an Pêla girtina xelkê sivîl li herêma Efrînê berdewam e. Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, roja 26 û 27ê mijdarê, Istixbarata Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî ve avêtine ser bajarokê Mabata û gundê Qenterê li heman nahiyeyê.
  • Di 2019.11.30’an Bicihkirina malbatên Ereb li bajarên Rojavayê Kurdistanê berdewam e. 90 malbatên çeteyên oposizyona Sûriyê gihiştin Girê Spî û li wir hatin bicih kirin.
  • Di 2019.11.29’an teqemeniyek li bajarê Cerablûsê bû di encamêda kuştî û birÎndar hebûn.

TEVGERANDİNA DAÎŞ’Ê :

  • Di 2019.11.30’an du zarok ji teqînê mayînên Dayîşê birîndar bun li bajarê Dêr Ezorê.
  • Di 2019.11.30’an DAÎŞ’ê li Başûrê Kurdistanê êrîşî hêzên asayîşê kir, 3 endamên asayîşê şehîd bû, 8 kes jî birîndar bûn.
  • Di 2019.11.29’an Tevger û çalakiyên DAIŞê li 200 gundên sînorê parêzgeha Diyale ya Iraqê zêde bûne û hêzên ewlehiyê yên Iraqê nikarin rewşa wan navçeyan kontrol bikin. Ew yek bûye sedem ku li sînorê qezaya Xaneqînê, ji tirsa DAIŞê 6 gundên Kurd bi temamî bêne valakirin.
  • Di 20191128’an hıkumeta Denîmark got k’u sê kes mehkûm kir ji ber kû alîkarî Dayîşê kirin.

TEVGERANDİNA KOALESYONA NAVDEWLETÎ Û EMERÎKA :

  • Di 2019.1129’an Balafirê koalisiyonê li ser bajarê Dêra zorê geya.

TEVGERANDİNA HÊZÊN RÛSİYA YÊ:

  • Di 2019.11.30 Hêzên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyê li ser encamdana gerên hevbeş li nav xaka Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

TEVGERANDİNA RÊJÎMA SÛRİYA YÊ:

  • Di 2019.11.30 Rêjîmê derxist ku biryarê bihayê matreyalên xwarinên li gorî bihabuna giştî.
  • Di 2019.11.28’an Artêşa sûrî balafira ney nas xistin li gundê Hamû li bajarê Qamişlo.

30.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً