LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / “Rewşa Iraqê bi istîfaya Ebdelumehdî aloztir dibe”

“Rewşa Iraqê bi istîfaya Ebdelumehdî aloztir dibe”

NAVENDA NÛÇEYAN-Endamê rêveberiya PDKê Xesrew Goran behsa dest ji kar kêşana serokwezîrê Iraqê dike û amaje bi wê yekê dike ku asan nîne bilez serokwezîrê nû bo Iraqê bê danîn.

Endamê rêveberiya PDKê Xesrew Goran ragihand, “dev ji erka serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bandorê li ser proseya siyasî ya Iraqê ya giştî dike. Herêma Kurdistanê jî beşeke ji Iraqê û girêdayî hemû aliyên aborî, siyasî û dîplomasî ye. Ji ber wê eger hikûmeteke nû bilez ava nebe, rewş bi temamî dê aloz bibe.’’

Her wiha got, herêma Kurdistanê derbarê çareseriya pirsgirêkên li gel hikûmeta Iraq a federal, pêngavên baş li gel Adil Ebdulmehdî avêtibûn, bi taybet jî ji bo pirsa budce, aborî û pirsgirêkên din jî.

Xesrew Goran got, ne hêsane serokwezîreke nû bo Iraqê bê diyar kirin, ji ber rewşa navçeyê wiha ye, nimûne jî Lubnan e. ji ber wê jî ya baş herêma Kurdistanê xwe ji bo hemû egeran amade bike.

Xesrew Goran diyar kir, dest ji kar kêşana serokwezîr tê wateya dest ji kar kêşana hemû mafê wî ye. eger wezîrek dest ji kar bikêşe pirsgirêk tune, lê serokwezîr tiştekî din e. ji ber ev proseyekî giran e, tenê aliyên siyasî nînin biryara pêşerojê bidin, kurd, ereb, sunne û şîe biryara dawiyê didin. Xwepêşandan heye, daxwazên xwepêşnaderan hene, daxwazên din hene ango bi giştî ne hêsane.’’

Xesrew Goran got: ‘’Tişta ez agahdarim, tevgera siyasî ya partiyên Kurdistanê û Iraqê heye li Bexda. Ji ber qonax gihiştiye astekî ku diyare zehmet e aliyên siyasî bikarin rêgiriyê bikin. Tişta li Nasiriye pêk hat ne kêm bû. Kuştî gelek bûn û rêveberê polîs û parêzgehan berdewamin li dest ji kar kêşanê, ev yek jî bandorê dike ser wê rêveçûna li Bexdayê heye.’’

30.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً