Çavkaniyeke Diplomasî eşkere kir ku Wezareta Derve ya Yûnanê bang li balyozê Terblusê li Esînayê kir ji ber îmzeya hikumeta Wîfaqê li ser lihevkirina bi Tirkiye re ya derbarê heremên deryayî de. Wezretê eşkere kir ku wê muhlet daye balyoz heta pêncşemê da ji Yûnanê derkeve.
Hikumeta Wîfaq elwetenî li Lîbyayê û dewleta Turkiye di çareçema borî de li bajarê Stenbolê bi amadebûna Serokê Turkiye Recep tayyp Erdogan û Serokê Encumena Serokatiya Lîbyayê Fayîz elcayiz civiyan, di civînê de li ser mûzakereya heremên deryayî di navbera herdu welatan de û xurtkirina têkiliyên ewlekarî hate îmze kirin.
Li ser vê mûzakereyê Yûnan, Qubris û Mesir daxuyaniyeke hevbeş dan, tê de hate eşkere kirin ku ev mûzakere ti aliyên wê yên yasayî tun ne.
Ji aliyê xwe ve Berdevkê Wezareta Derve ya Yûnanê Alaksandros yinmatas tekez kir ku hewildana avakirina heremeke aborî di navbera Turkiye û Lîbiya de ne rewa ye û ew itîrafê qet bi wê nakin.
Her weha gort ku îmzeya di navbera Turkiye û Lîbiya de kiryareke binpêkirina yasaya navdewletî ye.
30.11.2019
Rojev24