LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / 60 Barhilgirên serbazî gihiştine Bakurê Sûriye

60 Barhilgirên serbazî gihiştine Bakurê Sûriye

NAVENDA NÛÇEYAN- Televizyona fermî YA Sûriyê ragihand ku nêzî 20 barhilgirên Emerîkayî ji Îraqê ve derbasî Sûriyayê bûne. Di nava çend rojan de 60 barhilgirên serbazî Bakurê Sûriye bûne. Abdî tekez kiribû ku têkoşîna li dijî DAIŞ dê derdewam bike.

Li gor wê kenalê, ew barhelgirên Emerîkayî li parêzgeha Hesekê bi cih bûne û mebesta wan parastina zeviyên petrolê ne wekî ku Pentagonê ragihandibû. Otombêlên serbazî, ber bi başûr û rêya di navbera Şedadî û Dêrezorê de çûne.

Di dema çend rojên borî de, 60 otombêl û barhilgirên serbazî yên Emerîkî cihê xwe girtine û li deverên derdora Rimêlan li nêzîk zeviyên petrolê bi cih bûne û piraniya wan jî li gundên derdora herdû parêzgehên Heseke û Reqa bûne.

Ji aliyê xwe ve Fermandariya Giştî ya QSD’ê Mezlûm abdî duh ragihandibû ku hêzên Emerîka li heremên rojhilatî Qamişlo heta Dêrik, Dêra zor û Hesekê de tevger dikin û dê bi hevpeymana navdewletî re têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam bikin.

01.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً