LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Çawiş oglo: Emerîka, Elmaniya, Holenda, Îtaliya û Firansa sîstemên parastinê ji Turkiye gişandin

Çawiş oglo: Emerîka, Elmaniya, Holenda, Îtaliya û Firansa sîstemên parastinê ji Turkiye gişandin

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Derve yê Turkiye Mewlod çawîş oglo ragihand ku di dema kirîna Enqera sîstema parastinê S400 a Rûsya, welatên Emerîka, Elmaniya, Holenda, Îtaliya û Firansa sîstemên xwe yên parastinê ji Turkiye gişandin, ku Ispanya bi tenê dê dema belavkirina fûzeyên xwe yê parastinê li Turkiye dirêj bike.

Çawîş oglo roja şemiyê li wîlayeta Antaliya got: Ispaniya dostekî rast ji welatê wî e ye. Çawiş oglo dest nîşan kir ku welatên nav borî sîstemên parastinê di destpêka kirîza Sûriye de şandibûn Turkiye, lê ji ber kirîna Turkiye sîstema Rûsya ya parastinê S400, Emerîka sîstema xwe ya parastinê Patrîot jê kişand. Her weha Elmaniya sîstema xwe ya parastinê kişand û piştî wê Holenda û niha jî Îtaliya sîstema parastinê ya Santî ya hevbeş bi Firansa re kişand. Ispaniya bi tena xwe welatê ku belavkirina sîstema parastinê dirêj bike.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku belavkirina sîstemên fûzeyên parastinê ji bo xurtkirina parastina hewayî ya Turkiye bû di dema destpêka kirîza Sûrî de li gorî hevpeymanên NATO’yê, lê bi destpêka nêzîkatiya Turkiye û Rûsya û kirîna S400 ew hevpeyman hilweşiyan û wan welatan sîstemên xwe paşve kişandin.

01.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً