NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavdêriya çavkaniyên eleqedar di dema dorî de çalakiyên tesfiye û girtinê der heqê fermandar û endamên berê di nava komên çete de ku rewşa xwe sererast kiribûn li gundewarê Derayê tê kirin, ev çalakî bi destê Istixbarata rêjîma Bass ve tê kirin.
Rêjîma Sûriye da ku refên komên çete yên ku destekê raste rast ji dewleta Turk digirin de hilweşîne, staratejiya sererastkirinan meaşnd da ku fermandar û endamên wan koman tesfiye bike. Ev çalakî bi hevrêziya di navbera Istixbarata rêjîma Sûriye û Heres elsewrî ve tê kirin ku wan endaman didin girtin, işkence kirin û qetil kirin.
Li gorî çavkaniyeke herêmî eşkere kir ku 2 endamên berê yên komên çete yên bi navê Ehmed qasim elsîsana û Mihemed qasim elsîsana hatin tesfiye kirin bi riya soqastkirina wan li taxa Dera elbeled de.
Girêdayî heman mijarê kesên ne nas hewil dan ku fermandarê berê yê di nava koma bi navê (Ebû Bekir elhesen) de tesfiye bikin, ew jî di riya bi cihkirina bomeyeke li ser riya Casim-Eyn Eltîna de.
Her weha di 27.11.2019 an de ji aliyê kesên ne nas ve fermandarê berê di nava çeteyên teror ên ASA de li bajarê Tefes li gundewarê rojavayî Derayê hate tesfiye kirin. Ji aliyê xwe ve Kombûna Ehrar Horan ragihand ku kesên ne nas li ser motorsîlekê guleyan bi ser fermandar Wesîm Ebdelah elrewaşda de (Ebû Saed) berdidin li bajarê Tefes li gundewarê rojavayî derayê ku di encamê de hate kuştin.
Di heman demê de di Îlona borî de hin kesên ku nehatin nas kirin erebeya fermandarê berê yê koma Ceyeş elsiwar Basim cilmawî bi bomebeyeke li ser riya bajarokên Hît-Sehim elcolan li herêma Hot elyermûk tesfiye kirin.
Bajarê Reqayê rojane rastî êrîşan tê li dijî endamên rêjîma Sûriye û endamên ku rewşa xwe sererast kirine taybet li başûrê Sûriye, di demekê de ku rewşeke ne aram di navbera herdu aliyan de heye.
Ji aliyekî din ve xwepêşandanên gelêrî li parêzgeha Derayê berfireh bûn û daxwaz bi serbesberdana girtiyan kir û derxistina milîsên Îranê li wê parêzgehê. Hate zanîn ku li bajarokê Nesîb li gundewarê rojhilatî Derayê xwepêşandan derket, tê de silogan li dijî rêjîma Baas hatin avêtin û daxwaz kirin ku rêjîm ji herêma wan derkeve.
Ev xwepêşandan ji ber rewşa tengaviya ku gel tê de jiyan dike ji ber çalakiyên tesfiye, girtin, bê aramî û revandina di nava parêzgehê de taybet li Dera û Siwêda, ku ew tewan li ser milîsên Îranê û rêjîma Sûriye tê kirin.
01.12.2019
Rojev24