LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li ser Komîteya Destûrî tewanên binketinê didomin

Li ser Komîteya Destûrî tewanên binketinê didomin

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezareta derve ya Emerîka hikumeta Sûriyê bi astengkirina karê komîteya destûra Sûriyê tuhmetbar kir.

Di daxuyaniyekê de Wezareta Derve ya Emerîkayê ragihand, sepandina mercan binpêkirineke zelale ji pêvanên komîteya destûra Sûriyê re û hewleke ji bo astengkirina karê wê komîteyê ye.

Di wê daxuyaniyê de wezareta derve ya Emerîka gotiye, ew berdewam piştevaniya karê sekiretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûy û şanderê taybet ê Neteweyên Yekbûyî dikin da ku destibikarbûna wê komîteyê.

Her weha tekez kir ku divê giringî ne tenê komîteya destûra Sûriyê be, lê divê giringî bi xalên din yên biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî jî bê kirin, ji wan jî: azadkirina girtiyan, rawestandina şer û peydakirina sîwanek munasib ku tê de hilbjartineke azad birêve biçe.

Şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Ger Pedersen raghandibû, aliyên komîteya destûra Sûriyê negihiştiye rêkeftinekê derbarê bernameya karê komîteyê ku li gera duyemîn li Cinêv bi rêve çû.

01.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً