LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Serêkaniyê guhertina demografî: Gundê Qitînê hate desteser kirin

Li Serêkaniyê guhertina demografî: Gundê Qitînê hate desteser kirin

Dewleta Turk a dagirker û çeteyên pêve girêdayî yên bi navê Artêşa netewî piştî ku bi zorê belgeyên fermî yên mal û milkên niştecihên sivîl li gundewarê Serê Kaniyê bi taybet li gundê Til Helef, Diwêra û Til Erqem ji wan standin, xwepêşandin li dijî van kiryaran derketin ku niştecihên wan gundan isîyan kirin û red kirin ku belgeyên wan werin stand ku sivîlan amaje bi wê yekê kir ku girtina belgeyan hin planên çeteyan eşkere dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi şêwazeke nû guhertineke demografî li gundewarê Serê Kaniyê dike, bi taybet gundên ku Kurd lê dijîn. Çavkanieyke ji Serê Kaniyê eşkere kir ku di 13.11.2019 di saet 10 û nîv sibehê de li gundê Qitînê ku dûrî sînorê Turkiyê bi 7 KM re û piraniya niştecihên wê Kurdin, çeteyên artêşa netweî bi hejmarek ji çeteyan li Til Helef bi ser gundê Qitînê de girtin ku 15 kesên sivîl jî bi wan re hebûn. Çavkanî eşkere kir ku ew sivîl li kêleka koma çete li tevahiya gund geriyan û herî dawî li gund ji aliyê çeteyan ve hatin bi cih kirin.

Çeteyan niştecihên gund tehdîd kir û li gundê Til Helef ragihandin ku “Em weke malbata Sefranî ev gundê Qitînê bi 7 Miliyonan ji wan kiriye û ji îro de em ê bibin xwediyê vî gundî û wê di demeke nêz de navê gund li gorî me bê guhertin û ji derveyî me nabe tu kes li vir bi cih bibe, lewra zû ji vir derkevin.”

30.11.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً