LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Penaberên Bakurê Sûriye vedgerin malên xwe

Penaberên Bakurê Sûriye vedgerin malên xwe

NAVENDA NÛÇEYAN- Penaberên Bakur rojhilatê Sûriuye yên ji ber êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ve koçber bibûn ji malên xwe û berê xwe dabûn herêma Kurdistanê, vedgerin malên xwe.

Niştecihên bajarên Serêkaniyê, Girê spî û Til Temir û gelek heremên sînorî ji ber êrşên dewleta Tirk malên xwe terik kirin ku hejmara penaberan li heremê gihişte zêdetirî 300 hezar kesî. Ji vê hejmarê 9,700 kesî berê xwe da Başûrê kurdiatnê kampa Berdereşê û hejmarek li kampa Waş û kanî hatin bi cih kirin.

Duh duşemê bi dehan ji penaberên ku derbasî Başûrê kurdistanê bibûn di dema êrîşan de vegeriyan da ku li malên xwe vegerin.

Çavkaniyan eşkere kirin ku nêzî 102 kesên di kampa başûrê kurdistanê de ji kampa Berdereş vergeriyan Bakur rojhilatê Sûriye di riya dergeha Sêmalka de.

Hate dest nîşan kirin ku Rêveberiya kampa Berdereşê li herêma kurdistanê roja Duşemê diyar kiriye da ku penaberên ku dixwazin vegerin.

Ji aliyê xwe ve Fermandariya Hêzên QSD’ê hewildan dike ku penaberên ji dervey malên xwe derketine cardî bizîvirin, Duh fermnadarê hêzên QSD’ê Mezlûm Abdî ragihand ku bi hêzên Rûsya re gihiştine itîfaqekê ku hêzên Rûsî li bajarokên Amûdê, Til Temir û Eyn Îsa bi cih bibin da ku ewelehiya li heremê pêk bînin.

03.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً