LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Turkkirina heremên Bakurê Sûriye bi her awayî didome

Turkkirina heremên Bakurê Sûriye bi her awayî didome

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyan Encumena heremê ya bi ser Turkiye ve li bajarê Mar’a yê Bakurê Sûriye di bin dagirkeriya dewleta Turk de ji Bazirganan xwestiye ku di kirîn û firotina made û berheman de bi leyreya Turkî danustanidnên bazirganî bikin da ku nirxê wê li hermberî leyreya Sûrî bilind dibe.

Encumena heremî ji Bazirgan, Pêşesazan û niştecihên heremê xwest ku hejmarek zêde ji leyreta Turkî bikirin û kom bikin da ku nirxê wê di bazarê de bilind bibe bermaberî leyreya Sûriye. Encumenê di riya civînkê re ji bazirgan û niştecihan re diyar kiriye ku divê aboriya dewleta Turk destek bikin û ew jî di riya bikaranîna leyreya Turkî de û dev ji leyreya Sûrî berdin û bi vê dê nirxê leyreya Turkî bilind bibe û bi vê dê alkariya ku dewleta Turk bi wan re kiriye bizîvirînun li gorî ku di civînê de hatiye nîqaş kirin.

Di 2 Berfenbarê de, Encumena Ezazê bi awayekî fermî biryara guhertina leyreya Sûrî bi ya Turkî da û dê ev di danustabndinên bazirganî û pêşesazî de were pêk anîn û piştre di nava bazaran de were belav kirin. Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derayî û Aborî di Koalsyona hêzên opozisyona Sûrî de Ebdelhekîm elmesirî diyar ku fikrên wan derbarê guhertina leyrerya Sûrî bi ya Turkî heye.

Hate dest nîşan kirin ku yê ku ji vê yekê sûd bigere ew kesaên alîgir û ajanên dewleta Tirk li heremên Bakurî Helebê ne ku fonên xwe bi leyreya Tirkî digrin. Bi vê dê pêkhateya wan hereman zirarên mezin bibînin ji ber ne gihiştina guhetina aborî ku pêk tê.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku dewleta Turk hewil dide ku bi hemû awayen heremên Sûriye bike rengekî Turkî û ew jî di riya xwendina bi zimanê Turkî, guhertina navê cih û kolanan, asîmelya çandî ku ev rê li ber bi parçebûnê di nava Sûriye de vedike.

03.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً