NAVENDA NÛÇEYAN- Encumena ENKS’ê bi serokatiya Saûd elmele bi serokatiya herêma kurdistanê re civiya, lê ji vê civînê tu helwestek bermaberî Turkiye û dagirkirina wê ji heremên Kurdan re derneket.
Duşemê Serokê herêma kurdistanê Nêçîrvan Berzanî pêşwaziya şandeke encûmena niştîmanî ya kurdî li sûriya li bajarê Hewlêrê kir, Şanda ENKS’ê bi seroketiya Saûd El-mella bû serokê encûmena ENKS’ê û endamên desteya seroketiyê (Silêman Oso, Nemet Dawûd, Mihemed Ismaîl, Fêsel Yûsif, Fesla Yûsif û endamê komîteya têkiliyên derve û endamê desteya danustandinan Ibrahîm biro) bû.
Li gorî çavkaniyan di vê hevdîtinê de di navbera herdû aliyan de li ser pêşketinên dawî û rola ENKS‘ê hatiye nîqaş kirin taybet di dema dawî de rewşa navxwe ya encumenê ku rastî gelek nakokiayn hat.
ENKS ku endame di koalsyona opozisyona Sûriye ya bi ser Turkiye ve, di demekê de ku bakur rojhilatê Sûriye rastî êrîşan tê, tu daxuyanî li dijî dagirkeriya dewleta Turk neda û cardî berteka xwe ya ji bo Efrînê dûbare kir bê ku tu helwestekê nîşan bide.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku nûnerên ENKS’ê yên ku di civînê de amade bûn li dervey Sûriye ne.
04.12.2019
Rojev24