LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ezmûna Turkiye di NATO de tê kirin

Ezmûna Turkiye di NATO de tê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Serokomarê Fransa Macron ê piştî hevdîtina bi Erdogan re axivî diyar kir ku Turkiye ‘fikarên ewlekariyê’ anî ziman û got: “Lê em naxwazin ji bîr bikin bê kî li dijî DAÎŞ’ê şer kir.”

Piştî hevdîtina nûnerên DYE û Fransayê û şûnde lûtkeya çar alî ya ji bo derbaskirina pirsgirêkên NATO yên ji ber Turkiyeyê derketî, hate ragihandin ku ‘nezelalî’ ji holê nerabûne.

Serokomarê Fransa Emmanûel Macron ê bi gotina ‘Mejiyê NATO’yê miriye’ ketibû rojevê li ser Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp civiya. Macron ê piştî hevdîtinê daxuyaniyek da, bi taybet carekî din zextên Turkiye yên li dijî NATO ku ji bo li dijî YPG’ê şer bike û dîsa kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400 a ji Rûsyayê rexne kir.

Macron nerazîbûn nîşanî Turkiyeyê da ku li şûna sîstema parastinê ya esmanî ya welatekî endamê NATO nekirî û raste rast çû ji Rûsyayê kirî.

Piştî hevdîtinê û şûnde di navbera Serokomarê Fransa Emmanûel Macron, Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, Serokwezîra Brîtanyaya Mezin Borîs Johnson û Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan li ser mijara rojeva Sûriyeyê civiyan.

Emmanûel Macron diyar kir ku li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Turkyeyê nezelaliya mijara Sûriyeyê ya tevlîhev ji holê nerabûye. Macron anî ziman ku ji bo çareseriya krîzê jî di mijara domandina xebatan de di nava heman fikrê de ne.”

Macron li ser nêrînên nûnerên Elman û Turk ên ‘hevdîtin baş bû’ jî diyar kir ku erkê ‘pêşîn’ ê Fransa têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê ye. Ev gotinên Macron weke bersiva zextên ku dixwazin YPG’ê weke ‘Terorîst’ û êrîşên dewleta Tirk a li ser gelê Kurd û Rojava hatin pênasekirin.

Macron anî ziman ku Turkiye tim mijara ‘fikarên alîkariyê’ vedibêje û got: “Lê divê em ji bîr nekin bê ka kê li dijî DAÎŞ’ê şer kiriye.” bal kişand ser têkoşîna QSD’ê ya bi pêşengtiya YPG’ê hatî kirin.

Macron di daxuyaniyeke ya xwe ya nava rojê de jî diyar kiribû ku Tirkiye destekê didin DAÎŞ’ê û çeteyên dişibin wê.

04.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً