NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Turk perspektîv da komên çete yên bi navê Artêşa Netewî da ku lîsteyên kuştiyên xwe yên di şerê Bakur rojhilatê Sûriye de hatine kuştin teslîm bikin bi armanca ku alîkariyê bidin malbatên wan. Li gorî çavkaniyan ew alîkarî dê di çarçoveya derayî û paseportên Turkî de bin, ev jî wekî şêwazê dewleta Turk a di operasyona bi navê Mertala firatê û Şaxê zeytûnê de bû.
Çavkaniyeke leşkerî diyar kir ku Turkiye navê çeteyên ku di operasyona dagirkirina heremên Serêkaniyê û Girê spî de hatine kuştin ji fermandarên çeteyan xwestin ku bi belgeyên wan ên fermî teslîmî artêşa Turkî bikin.
Li gorî çavkanî hejmara destpêka ya kuştiyan 1380 çeteyî ye ku di operasyona bi navê (Kaniya Aştiye) de hatine kuştin li dijî hêzên QSD’ê , ku Turkye belgeyên wan girtine. Çavkanî eşkere kir ku mafê hemwelatiya Turkî (pasaport) di asta yekemîn de ji hevjîn û zarokên çeteyê kuştî re ye, eger ne zewicî be mafê paseportê ji bav, dayik û xweşik û birayên çeteyê kuştî re ye.
Girêdayî heman mijarê çavkanî da zanîn ku Turkiye di riya tensîqa bi komên çete re dest bi gera seyrana malbata komên çete kiriye yên ku beşdarî şerê li dijî QSD’ê bûn li bakur rojhilatê Sûriye, ew çete ji heremên bakurê Helebê ne. Çavkanî da zanîn ku ew çete di riya dergeha Cerablusê re derbasî wilayeta Qerqemîş û Orfayê dibin û piştî wê derbasî Serêkaniyê dibin di riya dergeha leşkerî re ku artêşa dewleta Turk di dema êrîşê de vekiribû.
Malbatên çeteyan ên ku dighêjin Serêkaniyê di malên niştecihên resen û taybet malên Kurdan de wan bi cih dikin, ku heta niha 13 caran ew malabt hatine veguhestin.
Dewleta Turk li ser çeteyan şertê niştecihbûnê pêşkêş kiribû di heremên ku dagir bikin û dikarin malbatên xwe jî veguhezînin wan hereman da ku lê bi cih bibin. Niha bi artêşa Turkî re tensîq tê kirin da ku malbataên çeteyan derbasî Serêkaniyê û Girê spî bikin û ew jî di riya dergeha Hewr a leşkerî re ya di navbera Turkiye û heremên ku dagir kiriye.
03.12.2019
Rojev24