LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li bajarê Serêkaniyê perwerda bi zimanê Turkî..

Li bajarê Serêkaniyê perwerda bi zimanê Turkî..

SERÊ KANIYÊ- Dewleta Turk da ku guhertina demografî li bajarê Serê Kaniyê yê dagirkerî pêk bîne, civîn ji mamosteyên bajar re lidarxisit. Di civînê de perspektîv da ku ziman, çand û sembolên bajar werin guhertin û perwerdeya bi zimanê Turkî were dest pêkirin di zotirîn dem de.

Piştî dagirkirina heremên bakur rojhilatê Sûriye, li heremên Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Trurk û çeteyên wê ve, guhertina demografî bi her awayî dest pê kir ku dewleta Turk ji bicihkirina malbatên çeteyan, guhertina navê gund û kolanan û zimanê Turkî feriz kirin pêk anî.

Li gorî çavkaniyeke pê bawer ji nava bajarê Serê Kaniyê hate zanîn ku di 22.11.2019 an de ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve di bin navê Komîteya Perwerde û Çandê de li navenda Çand û Huner li bajarê Serê Kaniyê civînek ji mamosteyên bajar re çê kir. Di civînê de mamosteyên navend û gundên Serê Kaniyê amade bûn ku hejmara gitşî ya mamosteyan gihişte 80 kesî. Ji aliyê Serokê meclisa Serê kaniyê yê bi navê Mera’î elyûsif (endamê berê yê Cebhet elnusra) û Ehmed Riyad ku bi xwe mamoste bû li Turkiye civîn hate çê kirin.

Çavkanî dest nîşan kir ku ew civîn bi zor û zextê hate çêkirin ku hemû mamoste rastî gefan hatin da ku beşdarî civînê bibin, yên bi kuştin û yên bi keçên wan û yên bi desteserkirin û derxistina wan ji nava bajar gef li wan hate xwarin.

Li gorî agahiyên ku derbarê vê civînê de hatine zanîn, rojeva civînê li ser avakirina sîstemeke bi zimanê Turkî ji bajarê Serê Kaniyê re bû, her weha iqanakirina zarokan da ku ji zimanê Turkî hez bikin û fêr bibin ku prpoganda jêre bikin û mamoste jî xwe ji wê yekê re amade bikin.

Di heman demê de ji maomsteyan hate xwestin ku dibistanan amade bikin û navê nû bikarbînin û her silogan, nav û sembolên zimanê Kurdî û Kurdistan ji holê werin rakirin. Her weha hemû sembolên civaka wê heremê neyên bikaranîn û werin guhertin.

Dewleta Turk da ku sîstema perwerdê ya bi zimanê Turkî aktîv bike û li heremê bide fêr kirin, sê Kamyonên mezin ku tê de pirtûk û amûrên dibistanan hene di deriyê sînorî yê Serê Kaniyê re derbasî nava bajêr hate kirin û li dibistan Afaf a taxa Miheta hatin bi cih kirin.

Ji perwerdekirina zarokan a bi zimanê Turk li bajarê Serê Kaniyê, di wêne de diyar dibe ku ji malperên encmena bajar hatiye girtin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku poltîtka dewleta Turk a guhertina çand û zimanê civaka Sûriye û Turkkirina civakê li hemû heremên dagirkirî li Bakurê Sûriye wekî heremê Cerablus, Ra’î, Bab, Efrînê jî pêk aniye.

08.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً