LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên tevlîkirina Kurdan di pirosêsa sîyasîya Sûriyî de kiriye.

Piştî civîna wî li gel serokê Amerîkayê li Washingtonê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê de ragihand, wî li gel aliyên Amerîkî behsa piroseya siyasî ya Sûriyê kiriye û tekez kiriye, ku çareya leşkerî ji kirîza Sûriyê re nîne û ya giring destpêkirina proseyekî siyasî ya giştî ye ew jî bi rêya komîteya destûra Sûriyê ve dibe.

Her waha got, wan behsa rêyên tevlîbûna Kurdan di pirosêya siyasî ya Sûriyê de kiriye ku bi gotina wî rêya tekane ji bo garantiya mafê Kurdan û pêkhateyên din yên Sûriyê ewe ku li gel hikumetê peywendiyê bikin.

Derbarê Idlibê de jî got: Pêwîste parêzgeha Idlib bi temamî ji hêzên tîrorîst were paqijkirin û tevahiya erda Sûriyê vegere jêr desthilata hikûmeta Sûriyê.

Lavrov anî ziman ku di navçeya kêmkirina şer de heya niha Turkiye nekariye opozîsyona nerm û lîberal ji Cebhet elNusre veqetîne.

11.12.2019

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً