NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav xaka bakur rojhilatê Sûriye de hatiye çêkirin, firehtir bike.
Nûnerê taybet yê Serokê Rûsya di karûbarên Sûriyê de, Aleksander Lavrentyev di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, Rûsya erkên ku di çarçoveya rêkeftina Soçî de ketine ser milê wî welatî de, bi cih tîne.
Lavrentyev her wiha da xuyakirin, divê “herêma aram” bi vi şeklê xwe yê niha were parastin û got Rûsya razî nîne ew herêm ji aliyê Turkiyê ve were firehkirin ji ber ku firehkirina wê herêmê ti sûca wê bo aliyan nîne.
Lavrentyev behsa hebûna hinek şer û pevçûnan jî li deverê kir û ragihand, Rûsyayê kariye bi giştî rewşê kontrol bike ev jî tiştekî baş e.
Berpirsên Turkiyê ev çend car in gefa wê yekê dixwin dê “herêma aram”, ku ji bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Bakurê Sûriye de pêk tê, firehtir bikin.
Duh jî Lavrov derbarê Idlibê de eşkere kir ku di navçeya kêmkirina şer de heya niha Turkiye nekariye opozîsyona nerm û lîberal ji Cebhet elNusre veqetîne.
11.12.2019
Rojev24