LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Belgeyeke sirî ya civîna Stenbol a serbazên Turk û ENKS’ê hate belavkirin

Belgeyeke sirî ya civîna Stenbol a serbazên Turk û ENKS’ê hate belavkirin

Tora Medya ya Fox Press bi piştpêbestiya li ser belgeyeke sirî ya ku hatêye belavkirin encama civîneke ku li Stenbolê hatibû lidarxistin di navber Komîteya Têkiliyên derve ya ENKS’ê, şandeyeke Emerîkî û MIT’a Turk de eşkere kir.

Belgeyê naveroka civîna rayedarên ENKS’ê weke Suleyîman Oso sekertarê partiya Yekitiya Kurdistanî li Sûriya, Muhemed Îsmaîl berpirsê ofîsa siyasî ya PDK’s, Nimet Daowd serkertarê partiya wekhevî ya Kurd, û Feyîsel Yusuf kordînatorê giştî yê tevgera Îslaha Kurdî li Sûriyê, bi şanderê Emerîkî bo Sûriya James Jeffrey û hejmarek rayedarên Turk ên ku li ser dosya Kurdî disekinin hewand.

Li gor belgeyê piştî destpêşxeriya fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bo yekitiya Kurd, ENKS’ê ji Başûrê Kurdistanê heta Turkiyê gelek serdan kirin bi armanca geftugokirina destpêşxeriya QSD’ê ya derbarê jinûve aktîvkirina karê wan li Bakur – Rojhilatê Sûriya yê.

Tora mediya FOX diyar kir hin aliyên nêzî ENKS’ê eşkere kirine ku hikûmeta başûrî Kurdistanê ne cidî ye derbarê proseya yekitiya kurd û ev yek di hevdîtina Berzanî bi şandeya ENKS’ê re hate raber kirin.

Her wiha tora mediyayî bal anî ser civîna ku di navbera ENKS’ê û rayedarên Turk de çêbûyî ya ku di nav de rayedarên Turk pêşwazî û perûşiya xwe derbarê jinûve aktîvkirina ENKS’ê li Bakur – Rojhilatê Sûriya raber kirin, ku dê ev gav bikeve bin xizmeta dewleta Turk û tevgera wê li Bakur – Rojhilatê Sûriya rewa bike hêsantir bibe.

Di heman demê de belgeyê hişiyariyên şandeya Emerîkî bo ENKS’ê eşkere kir, wiha hatibû diyarkirin ku ENKS’ê niha di nava derfeta dawî daye û pêwîste ew li Sûriya qedereke valatî ji bo PYD’ê re bernede û bûyerên siyasî bi awakî zûtirîn bixe bin xizmeta xwe.

Ji aliyekî din ve sekertarê partiya yekitiya kurdistanî li Sûriya Sûleyîman Oso di 14 çîle ya derbasbûyî de li ser malpera xwe ye fermî a Facebook’ê mijara pêwîstiya vegerandina penaberên ku ji Serê Kaniyê û Girê Spî koçber bûn belav kir û girîngî da avakirina insiyatîf û komîteya bi opozosyona Sûrî re bo vê mijarê.

Bêguman tê xuiyakirin ku ENKS’ê dê bibe destê Turkiyê di nava heremên Bakur – Rojhilatê Sûriya yê her wiha wê di refa hêzên dijber de roleke xwe mezin bileyîze li dijî destkeftiyên şoreşa Bakur – Rojhilatê Sûriya yê, di vir de ji ENKS’ê tê xwestin ku li gor daxwazê gelê Kurd tevbigere û piştgiriya destpêşxertiya QSD’ê ya yekitiya refa Kurdî bike.

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً