Piştî çend rojan ji bûyera perçivandina ala Turkiyê di nava civîneke payebilind ya Parlementoya Ewropa yê ji aliyê Nûnerê Yuanistanê li wê kombûnê, duh parlementoya Ewropa yê bi ser navê ” Yekitiaya Ewropa yê, Turkiyê, Kurd û Rojhilata Navîn ” konfransa Kurd ya 16’emîn lidarxist bi beşdarbûna hejmareke mezin ji kesayet û nûnerên Kurd, rayedar, wezîr, berpirsên dewletên Ewropî, her wiha rewşenbîr û nûnerên partiyên cûda.
Di rûniştina yekem a Konferansa Kurd a Navnetewî ya li Parlamentoya Ewropayê de li Turkiyeyê zext û berxwedan, şantaja penaberan, helwesta YE, biryara Belçîka ya PKK’ê û tecrîda li ser Ocalan hate nirxandin.
Di heman demê de rola PYD’ê ya girîng di avakirina aramî û aşitiyê li Bakur – Rojhilatê Sûriya û paristina gelê wê deverê ji şer hate nirxandin, her wiha tawanên şer ên ku dewleta Turk li heremên weke Efrîn, Girê Spî, û Serê Kaniyê, bi tundî hatin şermezar kirin.
Ji aliyekî din ve parlementerên Ewropî pêşwazî û perûşiya xwe ya derbarê biriyara Belçîka a PKK’ê ne rêxistineke teroriste nîşan dan, di heman demê de parlementera bang li hemo dewletên Ewropî kirin ku ew jî gava Belçîka biavêjin û PKK’ê ji lîsteya terorê derbixin, her wiha diyar kirin ku ev dem dema guhertinê ye li Turkiyê bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li wê dewletê û bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Ebdullah Ocelan kirin.
Ji aliyê xwe de Enqera yê ev konfransa bi tundî şermezar kir û parlementoya Ewropî weke ” Peyvgeha Kurda û PKK’ê ” bi nav kir, û kesayetên Kurd ên beşdarî vê konfransê bûn weke terorist nas kir, her wiha wezareta derve ya Turkiyê konfransa Kurd mîna tehdîteke mezin li ser kesayeta Serokê Turkî Receb Erdogan dît.
