LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li 5 herêmên Colemêrgê qedexeya kêfî

Li 5 herêmên Colemêrgê qedexeya kêfî

Rejîma Tirk 5 herêmên Colemêrgê bi rengekî kêfî ji bo 15 rojan qedexe kir.

Qedexeya ku rejîma Tirk li bajarên Kurdistanê ferz dike bi salan e bi rêk û pêk dema wê tê dirêjkirin.

Walîtiya Colemêrgê 5 herêmên li bajar û navçeyên Colemêrgê ji bo 15 rojan “herêma ewlekariya taybet” ragihand û ketin û derketina li herêman qedexe kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 5 herêmên li navenda bajêr û navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê ji 26’ê Sibatê heta 11’ê Adara 2020’an li “ketina bêdestûr a welatiyan” hatiye qedexekirin.

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً