Hêzên Îranê yên li Sûriyê hişyarî da artêşa Tirk a dagirker ku di hedefa hêzên wan de ne û dikare bi topbarana nuqteyên wan li Sûriyê, tolê hilîne.
Navenda Şêwirmendiyê ya Îranê li Sûriyê hişyarî da artêşa Tirk a dagirker û wiha da zanîn: “Artêşa Tirk meheke di hedefa hêzên me de ye. Me dikarîbû tol rakira, lê belê me fermanên rêveberiya xwe pêk anîn û me ev yek nekir.”
Navendê ji ajansa Unewsê re der barê şerê di navbera artêşa Sûriyê û Tirkiyê de li parêzgeha Idlibê ya bakurê Sûriyê, wiha diyar kir: “Li ser daxwaza Şamê, me piştgiriya artêşa Sûriyê di vekirina rêya M5 de, kir.”
Navendê wiha lê zêde kir: “Ji beriya 4 rojan ve, endamên Tacîk, Partiya Tirkistanî û El-Nusrayê êrişeke berfireh li dijî nuqteyên artêşa Sûriyê pêk anî. Hêzên me bi desteka artêşa Sûriyê hewl da herêmên rizgarkirî ji nû ve nekevin destê wan.”
Her wiha diyar kir ku tevî helwesta parastinê ya hêzên wan, artêşa Tirk ji asîman ve bi desteka moşekan endam û hêzên wan kirine hedef. Li ser vê yekê wan kesên navbeynkar şandin gel artêşa Tirk da ku vê dijminahiyê rawestîne. Li gorî navendê, navbeynkaran artêşa Tirk wiha agahdar kiriye: “Terorîstan bi desteka we, êrişî nuqteyên me kir.”
Her wiha hate agahdarkirin ku ew tevî artêşa Sûriyê ji bo wê erkê li wir in.
Navenda Şêwirmendiyê ya Îranê bang li artêşa Tirkiyê kir ku bi aqil û li gorî berjewendiyên gelên Sûriyê û Tirkiyê tev bigere û wiha pê de çû: “Zarokên gelê Tirkiyê ji beriya mehekê ve di hedefa hêzên me de ne. Me dikaribû tolê rakin, lê belê me fermanên rêveberiya xwe pêk anîn û me ev yek nekir. Em bang li gelê Tirkiyê dikin ku zextê li fermandariya Tirkiyê bikin da ku biryarên xwe rast bike û xwîna leşkerên xwe nerijîne.”
Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), beriya çend rojan kuştina 10 endamên Hizbullahê ya Lubnanê ku di nav de fermandar hene, di şer û pevçûnên li bajarê Seraqib û derdora wê de belge kiribû. SOHR`ê her wiha sewqiyatên leşkerî yên Hizbullahê li derdora Seraqib û gundewarên başûrê Helebê, şopandibû.