LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Siyasetmedarê ji Misirê: Cenazeyên Tirkan ên ji Terablusê diçin, nîşana çûyîna Erdogan in

Siyasetmedarê ji Misirê: Cenazeyên Tirkan ên ji Terablusê diçin, nîşana çûyîna Erdogan in

Ji serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re Lîbya mîna Sûriyê veguheriye çiravekê. Bi wê re jî muzakereya lihevkirin, hevkariya ewlehî û leşkerî ya ku serokkomarê Tirk û serokê hikumeta El-Wîfaq Fayiz El-Sîrac îmze kiriye, nekarî rewşa li ser erdê biguherîne û daxwazên Tirkiyê li Lîbyayê û berjewendiyên wê li rojhilatê Deryaya Spî pêk bîne.

Hewldanên dewleta Tirk ên desthilatdariya li Lîbyayê, rastî arîşeyên mezin ji aliyê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ve hatin. Her wiha hêzên Tirkiyê li Lîbyayê zirarên mezin dîtin, droneyên Tirkiyê yên pêşketî hatin rûxandin, her wiha Tirkiyê ragihand ku 2 leşkerên wê li Lîbyayê hatine kuştin.

Ajansa ANHA’yê bi nivîskar û lêkolînerê siyasî yê Misirê Cemal Reûf re li ser pêşeroja aloziya Lîbyayê hevpeyvînek çêkir.

Di destpêkê de, li gorî daneyên dawîn, diyar e dewleta Tirk planên xwe, piştî arîşeya dijwar ku artêşa nîştimanî ya Lîbyayê li pêş wê raxistiye, neguhartin. Her wiha hewldana dewleta Tirk a berfirehkirina rola xwe li Lîbyayê heye. Gelo hûn pêşeroja destwerda Tirkiyê li Lîbyayê çawa dibînin?

Zirarên dewleta Tirk li Terablusê çi ji aliyê alav an leşkeran ve dibe yan jî milîsên terorîst ên girêdayî wê dibe, dide diyarkirin ku Erdogan di aloziyeke mezin de ye. Tevahî agahiyên heyî destnîşan dikin ku dê hebûna leşkerî ya Tirkiyê di hundirê Lîbyayê de li dijî artêşa nîştimanî ya Lîbyayê dê bi bin bikevin, her wiha general Xelîfe Hefter fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê, zirarên mezin gihandin rejîma Tirk û milîsên wê li Lîbyayê.

Bi zêdebûna windahiyan û zêdebûna cenazeyên leşkerên Tirkiyê ku vedigerin welêt, derfeta çûyîna zû ya Erdogan zêde dibe. Ji ber ku kuştina leşkerên Tirkiyê li gel raya giştî ya dewleta Tirkiyê ku êdî bi bawer in ku Erdogan ciwanên wan bi hedefa pêkanîna xewnên xwe yên girêdayî dewleta xîlafetê bikar tîne, hêrseke giştî çêkir.

Tevî wê jî, xewn û xeyalan ‘sultan’ kor kiriye û wî dixin qumarbaziyeke leşkerî ku ew jî qumarbazî dê wî ber bi tunebûnê ve bibe, bi taybet piştî ku Tunis û Cezaîrê xwe jê dane paş û qebûl nekirin alîkariya lojîstîk a hêz û milîsên Erdogan li Terablusê bikin, her wiha serdanên wî yên her du dewletan têk çûn.

Binketina her du serdanan, hişt ku Qeterê bişîne wan dewletan da ku şanseke din a hevkariyê der barê dosyaya Lîbyayê de jê re bibînin. Lê belê Tunis û Cezaîr bi aloziyên xwe yên aborî û hundirîn mijûl in û nabin şirîk di şerê herêmî de ku zirarê bigihîne wan. Bi wê re jî Erdogan xwe bi tenê li peravên Terablusê bêyî piştevaniyê dît, bi wê re jî zirareke mezin dît û dê Tirkiye bi şermeke mezin ji Lîbyayê derkeve.

Lê belê tevî windahiyên li ser erdê yên rejîma Tirkiyê yên rojane li Terablusê, lê ew hewl dide hin hewldanên siyasî bike, bi aramnca hêdîkirina şerê li ser erdê û kêmkirina windahiyan, bi kar bîne. Van hewldanan bi rêya Fayiz El-Sîrac pêk tîne. El-Sîrac hewl dide yek ji encamên civîna Barlînê ya girêdayî komîteya ewlehiyê ya 5+5 ve bi kar bîne. Lê belê tu encamên erênî jê negirtin, wekî çawa civîna Soçiyê ya bi sponseriya Rûsyayê nekarî agirbestê pêk bîne. Di rastiyê de ew hewldana bêhnvedana hêzên rejîma Tirk û milîsên wê yên terorîst e, da ku nefesekê bikişînin û xwe komî ser hev bikin.

Ji van tiştan hemûyan diyar dibe ku planên desthilatdariyê yên bi serkêşiya Erodgan li Lîbyayê çi ji aliyê destwerdana leşerî yan jî desthilata siyasî ve, tevahî bi bin ketin.

Der barê aloziya Lîbyayê de nakokiyên dewleta Tirk û Ewropayê hene, gelo rastiya van nakokiyan çi ye?

Têkildarî aloziya Lîbyayê nexasim li ser asta dewletên destwerdana aloziyê dikin an ku dewletên wekî Fransa, Îtalya û Almanya, helwestên cuda derketin holê ku muhtemel e ev cudabûn sedema neyekbûna helwesta Ewropayê der barê rewşa Lîbyayê de be. Ji ber ku dewletên heyî li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, nexasim dewleta Tirk ku gefan li dewletên Ewropayê bi taybet, li dewletên li ser perava Deryaya Spî dixwe.

Îtalyayê, Yewnanistan û Fransayê li welatên xwe pêşwaziya Xelîfe Hefter kir. Di milekî din de pêşwaziya Xelîfe Hefter di aliyê manewî de destekê dide artêşa nîştimanî ya Lîbyayê, nexasim di veguhastina helwesta Îtalyayê ku destpêka aloziyê ji Fayiz El-Sîrac re girîng bû.

Her wiha piştî Konferansa Berlînê yê dawîn, serokê Fransayê Macron daxuyaniyek têkildarî redkirina hebûna Tirkiyê li Lîbyayê da, hişt ku Erdogan bi fikar bibe û di daxuyaniyê de nêrînên dewletên Ewropayê diyar dibin, lê her çi qasî berjewendî û helwestên van dewletan li beramberî aloziya Lîbyayê cuda bin jî, lê lihevkirineke wan heye, ji ber ku Erdogan gefan li dewletên Ewropayê dixwe, îsbata vê yekê jî ji Sûriyê komên tundraw derbasî Lîbyayê kirin.

Lê xala ku rewşê kambax dike û hîn zêdetir di nava Ewropa û Tirkiyê de nakokiyan derdixe, şantaja Erdogan ji Ewropayê re, anku bikaranîna dosyaya penaberên Sûriyê ye. Ev jî dihêle hebûna Tirkiyê li Lîbyayê fikaran ji Ewropayê re çêke, hin caran jî bêdengiya Ewropayê destekê dide artêşa nîştimanî ya Lîbyayê.

Aliyên sûdê ji hebûna dewleta Tirk li Lîbyayê werdigirin, hene?

Welatê pêşîn ku sûdê ji liv û tevgera Tirkiyê li Lîbyayê werdigire û piştgiriyê dide komên terorîst, Qeter û komên terorîst ên li herêma Rojhilata Navîn in, nexasim li Sûriyê. Komên tundraw ên li Sûriyê piştî şerê li Idlibê dijwar bû, dixwazin ber bi herêmên rehettir ve birevin, ji ber vê yekê hejmareke terorîstên ji Sûriyê ber bi Tarablusê ve reviyan.

Erdogan beriya demekê ragihand ku ew milîs û çeteyên heyî ji bo parastina leşkerên xwe bi kar tîne, ji ber vê yekê her ku komên terorîst lawaz dibin, hejmara kuştiyên leşkerên Tirkiyê zêdetir dibe.

Erdogan ji bo hebûna li Lîbyayê hê jî hewldana pêkanîna têkiliyên bi dewletên nû re dike, lewma amadekariyên lidarxistina lûtkeya li Kuala Lumpur kir ku Tirkiye, Qeter, Îran û Malaysîa jî di nav de hebûn. Lê beramberî vê yekê cîhana erebî û îslamî nerazîbûna xwe anî ziman.

Li gorî rewşa heyî, gelo berê aloziya Lîbyayê li ku ye?

Pêşeroja aloziya Lîbyayê ji bo hêzên rewa yên li Lîbyayê, parlamentoya Lîbyayê û artêşa nîştimanî ya Lîbyayê nûnertiya wan dikin, diyar e. Bi wê re jî êdî alîgiriya gel bi rêya pêşwazîkirina gel a artêşa Lîbyayê bi derbasbûna wê ya Terablusê re eşkere bû. Di heman demê de windahiyên dewleta Tirk nîşan didin ku Erdogan û planên ku dide meşandin, dê hilweşin, ev jî tenê mijara demê ye.

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً