LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên malbata xwe di encama şer de winda kirine, Komeleya Maya li bajarê Qamişlo vekir.

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên malbatên xwe di encama şerê li dijî çeteyên DIAŞ`ê de winda kirine, Komeleya Maya li bajarê Qamişlo vekir.

Di merasîma vekirinê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wensa Şawîş axivî û vekirina komeleyê li malbatên şehîdan pîroz kir û wiha got: “Komele bi armanca piştgiriya jinên malbatên xwe di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker de winda kirine, hatiye vekirin.”

Wensa di berdwama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vekirina Komeleya Maya û da zanîn ku ew hem madî û hem manewî piştgiriyê bidin malbatên şehîdan, li gel vê yekê ew ê komele pirsgirêkan jî çareser bike. Wensa anî ziman ku vekirina navendên wiha bi saya berdêlên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di oxira parastina xakê û garantiya jiyaneke birûmet de dane, têne vekirin.

Paşê komele ji aliyê diya şehîd Dijwar Şiwafa Mihemed ve hate vekirin. Şehîd Dijwar dema QSD`ê li dijî çeteyên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe da, şehîd bûbû.

شاهد أيضاً

S: Celûl: Erdogan hewl dide li Sûriyê şerekî navnetewî li dijî Kurdan biafirîne

Lêkolînerê Akademiya Parîsê yê Jeopolîtîk Feysel Celûl got: “Stratejiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li …

اترك تعليقاً