LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / S: Celûl: Erdogan hewl dide li Sûriyê şerekî navnetewî li dijî Kurdan biafirîne

S: Celûl: Erdogan hewl dide li Sûriyê şerekî navnetewî li dijî Kurdan biafirîne

Lêkolînerê Akademiya Parîsê yê Jeopolîtîk Feysel Celûl got: “Stratejiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li bakurê Sûriyê gelek zaîf e. Erdogan dixwaze hêzek ereb islamî li ser axa Sûriyê ava bike da ku li hember Kurdên Sûriyê şer bike.

Lêkolînerê Akademiya Parîsê ya Jeopolîtîk Feysel Celûl di destpêka gotinên xwe de got: “Stratejiya Erdogan ji ber gelek sedeman li Sûriyê zaîf e. A herî girîng ew e ku dewlet li Sûriyê û hevalbendên wê nahêlin dewletek Ereb li dijî Kurdan û di heman demê de li dijî dewleta Sûriyê ava bibe.”

Celûl wiha domand: “Di gera şer a dawîn de me destkeftiyên li ser erdê pêk hatine dîtin. Çawa dewleta Sûriyê M4 û M5 yên stratejîk kontrol kirin. Erdogan ketiye ferqa vê mijarê bi taybet piştî gera dawîn. Tevî wê serokê Tirkiyê nikare şerekî demdirêj li dijî Rûs, artêşa Sûriyê û hevalbendên wê bidomîne. Ji ber ku çarçoveya ewropî tune ye, li gel ku Ewropa şerekî li herêmê naxwaze.”

Feysel Celûl wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Piştgiriya Amerîka jî beşî û bê çoş bû. Têkiliyên Erdogan bi tevahiya dewletên Ereb re ji bilî Qeterê ne baş in. Her wiha pirsgirêkên di hundirê Sûriyê de piştî daketina bihaya lîreya Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 20 derketin. Erdogan di hilbijartinên şaredariyan de Enqere û Stanbol winda kirin. Ev tişt di nakokiya di parlamantoya Tirkiyê de di navbera alîgirên wî û muxelefetê de derketiye ji ber siyasetên wî li bakurê Sûriyê, diyar bû. Siyasetên Erdogan li bakurê Sûriyê bûn sedema ziranên aborî mezin. Ji ber ku piştgiriya 20 hezar çekdar û terorîstan dike. Ev jî pereyan pêwîst dike, Tirkiyê nikare heya demek dirêj mîna van reftariyan tehemul bike. Her wiha li Lîbyayê jî li dijî Hefter şer dike. Ji milekî din ve bi rêya penaberan şerê Ewropayê dike. Lewra li bakurê Sûriyê di danûstandinên dawîn de serûbinî hevdu bû. Ji ber wê encamên şerê dawîn erê kirin û gera dawîn de winda kir.”

Di dawiyê de Celûl diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi tenê maye û zaîf bûye û nikare heya demek dirêj li bakurê Sûriyê bimîne.

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً