Çavkaniyên taybet di nava artêşa Turk de eşkere kirin ku li Lîbiya yê di encama şerê ku di navbera artêşa Lîbî û hêzên Serac ên bi ser artêşa Turk ve diqewime du serbazên payebilind yên Istixbarata Turkiyê (MIT) hatin kuştin.
Her wiha diyar kirin ku nasnameya wan wiha ye: Serbaz Ukan Altinay, û Supayi Sinan Kafreler.
Di heman demê de tora mediya ya El-Hure yê diyar kir ku hikûmeta Turkî nasnameya herdu serbazan teve nasnameya 23 kesên dîtir ku gîştî girdêdayî istixbarata Turkî ne (MIT) û li Lîbiya yê di va dema dawî de hatine kuştin veşartin û heta neha eşkere ne kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku agahiyên kuştina serbazan ji aliyê malbatên wan ve hatin belavkirin û çavkaniyên taybet di nava artêşa Turk de ev yek piştrast kirin
#Rojev24