Fermandariya Artêşa Lîbiya yê li ser zimanê serbaz Ehmed El-Mismarî bîlançoya 72 saetên dawîn a şerê di navbera artêşa Lîbiya û çeteyên Sûrî yên girêdayî dewleta Turk li derdora bajarê Terabulsa Lîbiya yê de eşkere kir.
diyar kir ku hejmara gîştî ya kuştiyê çeteyên bi ser dewleta Turk ve di heyama 72 saetên dawî de gihaşt 103 kesî
Feyîleqa duyem 71 kuştî 35 ji wan ji tugeya Sultan Murat, 9 ji koma El-mutesim, 27 ji koma El-Hemzat û di nav wan de serçeteyê payebilin ê bi navê Ebû Hesen El-Hindawî.
32 kuştî ji Feyîleqa sêyemîn, 8 ji wan ji HTŞ’ê ne (Cebhet El-Nusre), 13 ji Feyîleqa El-Mecid, 11 ji Lîwa El-Şemal.
Di vê derbarê de ji çavkaniyekî taybet li bajarê Ezazê hate zanîn ku piştî zêdebûna hejmara kuştiyên çeteyan li Lîbiya yê, Fermandariya çeteyên Artêşa Niştîmanî a bi ser dewleta Turk ve talîmat li ser hemi tuge û feyîleqên xwe daye belavkirine ku konên sersaxiyê (Eza) ji bo kuştiyan çênekin, û nasnameya kuştiyan eşkere nekin û heta ji malbatên wan re parve nekin, û cenaze yên kuştiyan bi awakî sirî di nava gorên komî de li Efrîn û Ezaz veşêrbikin.
#Rojev24